Li Çorimê 13 kes ji karokên ku xwarine jehrî bûn
13 kesên ku li Çorimê ji ber karokên ku xwarine jehrê ketine hatin rakirin nexweşxaneyê.
13 kesên ku ji karokên ku ji gundên Yenîhayat û Sedîmçakalli û ji navçeyên Laçin û Ugrludagê kom kirine û xwarine, zikêşî bûn, vereşîyan û dilê wan gerîya. Ji ber van gilîyan serî li nexweşxaneyê dan.
Hat hînbûn ku rewşa kesekî giran e.
Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)