Kabîneya nû dê sibe cara yekem bicive
Kabîneya Serokkomarîyê ya dewra nû, dê sibe di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de cara yekem bicive.
Civîna Kabîneyê, ew ê di Kullîyeya Serokkomarîyê de tertîp bibe.
Di rojeva civîna ku ew ê di Beştepeyê de bê tertîpkirin de, di serî de “aborî û micadeleya bi terorê” û ew ê rêya dewra nû bibe.
Xeyn ji van meseleyan di civînê de qadroya ji taşeroran re, xanîyên li herêma erdhejê, emekdarîya ji pîrekên bermalîyan re, ji ciwanan re telefon û komputer a bê bacê û kredîya zewacê jî bên gotûbejkirin.
Tê hêvîkirin ku piştî civînê Serokkomar Erdogan ji gel re bang bike. (ÎLKHA)