Erdogan bi şiklekî fermî dest bi wezîfeya xwe kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku mazbataya xwe girt û sond xwar re dest bi wezîfeya xwe kir.
Li Meclîsê ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di hilbijartinên 28em de cardin wek serokomar hat hilbijartin merasîma sondxwarinê hat tertîpkirin.
Piştî sondxwarinê Erdogan ji meclîsê veqetîya û çû Kullîyeyê. Tê diyarkirin ew ê Erdogan tebrîkan li wê derê qebûl bike.(ÎLKHA)