• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Malatyayê mala 2 qetî ya ku di erdhejê de zirar dîtibû hilweşîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer doh êvarî di seat 20.30î de  li Taxa Hîdayetê ya navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Yeşîlyurta Malatyayê  maleke du qetî ya ku ji ber erdheja ku navenda wê Mereş bû zirar dîtibû hilweşîya. Piştî ku xeber hat dayîn re gelek ekîbên UMKE, AFAD, îtfaîye, tenduristî û polêsan hatin şandin cihê bûyerê.

Di encama xebata ku hat kirin de derket holê ku ti kes di bin xanî de nemaye û xanî ji ber ku di erdhejê de zirar dîtiye hatiye valakirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir