• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji ber vexwandina Erdogan ew ê Barzanî were Enqereyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî hilbijartinên 28ê Gûlanê û encamên eseh Recep Tayyîp Erdogan cardin wek serokomar hat hilbijartin. Piştî diyarbûna encama serokên gelek dewletan yek bi yek pîrozbahî li Erdogan kirin ku yek ji wan jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan gerîya û ew tebrîk kir.

Li gorî daxuyanîyê di hevdîtinê de Barzanî daxwaz kiriye ku pêwendîyên her du alîyan zêdetir pêşve biçin û ew ji bo vê yekê amade ne. Her wisa di daxuyanîyê de hat diyarkirin, Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawetî merasîma sondxwarinê kir.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir