• DOLAR 32.202
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2416.219
  • ...
Mînîbusa ku personelên leşkerî vediguhast qulibî: 11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li nêzî Bayatliya rêbeja Bergama-Îzmîrê pêk hat.

Mînîbusa ku personelên leşkerî vediguhast, ji ber barana ku rê şemitok bûbû ji rê derket û ket cobarê.

Li ser xeber dayînê ekîbên îtfaiye, tendirustî û polîsan hatin cihê bûyerê.

Ekîbên îtfaiyeyê 7 kesan ji cihê ku asê mabûn derxistin. 4 kes jî bi îmkanên xwe ji cihê ku asê mabûn derketin.

Di qezayê de 1 efser, 5 çawîşê naser, 4 er û 1 şifêrê sivîl birîndar bûn.

Hat ragihandin rewşa birîndarên ku hatin rakirin nexweşxaneyan baş e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir