Li Bedlîsê şerê çekdarî: Kesek mir, kesek jî bi giranî birîndar bû
Di şerê çekdarî yê ku ji ber sedemeke nediyar li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê derket de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.
![Li Bedlîsê şerê çekdarî: Kesek mir, kesek jî bi giranî birîndar bû](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/3k56Dc3KnSepU3t_P-zNOmgmFyY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/22/li-bedlise-sere-cekdari-kesek-mir-kesek-ji-bi-girani-birindar-bu-32e374d5.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer di saetên danê nîvro de li qada Otosanayîya Tetwanê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kes an jî kesên ku hatin otosanayîyê bi bav û kurê ku bi wan re nîqaş dikirin gulebaran kirin.
Di şer de O.A. jiyana xwe ji dest da û bavê wî N.A. bi giranî birîndar bû. Birîndar bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê ya Bedlîsê.
Hat hînbûn ku li cihê bûyerê û derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)