Li Îzmîrê di tunelê de şewat: 17 kes hatin xelaskirin
Li tunela Bayrakli ya ku li Îzmîrê di tirekê de şewat derket. 17 kesên ku ji dû tesîrdar bûn hatin rakirin nexweşxaneyê.
Li Îzmîrê di tunela bi navê Bayrakli de di tirekê de şewat derket. Tunel ji ber şewatê ji her dû alîyan jî ji trafîqê re hat girtin û xebatên tefandina agir hat destpêkirin.
Ji ber şewatê 2 jê zarok bi tevahî 17 kesên ku ji dû tesîrdar bûn hatin rakirin nexweşxaneyê.
Tûnç Soyerê Serokê Şaredarîya Îzmîrê ya Bajarê Mezin derheqê şewatê de ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek da û wiha got:“Ekîbên me di tunela Bayrakliyê de midaxeleyî tireke ku dişewite dikin. Tehlîyeya kesên ku ji ber şewatê di hundirê tunelê de mehsûr mabûn hat destpêkirin.“ (ÎLKHA)