• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê Yener: Tê dîtin Erdogan wek Serokomar hatîye hilbijartin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yener derheqê tûra 2emîn a hilbijartinê  de daxuyanîyek belav kir û wiha axivî: “Tê dîtin ku ji 192 hezar 214 sindoqan 191 hezar 758 sindoq vebûne rêjeya vekirina sindoqan ji sedî 99.32ye. Li nava welat Erdogan ji sedî 51.91, Kiliçdaroglû ji sedî 48.09ê rayan girtine. Li derveyî welat ji 5657 sindoqan 4986 sindoq vebûne rêjeya vekirina sindoqan ji sedî 88.14ye. Erdogan ji sedî 59.80, Kiliçdaroglû ji sedî 40.20ê rayan girtine. Bi tevahî ji 197 hezar 871 sindoqan 196 hezar 744 sindoq vebûne rêjeya vekirina sindoqan ji sedî 99.43ye. Erdogan ji sedî 52.14, Kiliçdaroglû ji sedî 47.8ê rayan girtine.“

Yener balan kişand li ser ew sindoqên ku nehatine vekirin encama hilbijartine naguherîne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tê dîtin ku li gorî encamên demkî birêz Recep Tayyîp Erdogan wek Serokomarê Tirkîyeyê hatîye hilbijartin.“(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir