Serokê Mîrnişînîya Îslamî yê Efxanistanê Ahûnd pîrozbahî li Erdogan kir
Muhammed Hesen Ahûndê Serokê Mîrnişînîya Îslamî yê Efxanistanê pîrozbahî li Erdogan kir.
Ahûnd di peyama ku belav kir de wisa got: “ Ji ber ku Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan cardin wek serokomar hat hilbijartin û zafer bi dest xist ez wî pîroz dikim.
Ez ji Xwedê nîyaz dikim ev yek wesîleya bi hêzbûna Tirkîyeya ku ji bo herêmê dewleteke muhîm e û dîsa ez hêvî dikim ev yek bibe wesîle ew bi vê yekê ji Îslamê re zêdetir xizmetê bike. Bila biratî û dostanîya milletê Tirkîye û Efxanistanê payîdar be.”(ÎLKHA)