Dengdayîn dest pê kir
Li seranserê welêt karê dengdayînê ya ji bo hilbijartina serokomartî di seat 08.00an de dest pê kir.
Ew ê bi milyonan hilbijêr karibin di navbera seat 08.00-17.00an de biçin li ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Kesên hilbijêr dema ku çûn li ser sindoqan divê nasnameya wan bi wan re be da ku karibin dengê xwe bidin
Li tevahîya welêt ji bo dengdayînê zêdetirî 191 hezar sindoqî hat danîn û ew ê 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr karibe deng bide.(ÎLKHA)