Li Rûsyayê civîna sê alî
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ji bo îxtîlafa di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de gotûbêj bikin li Moskovayê civîyan.
Di civîna sê alî ya ku li Moskovayê hat kirin de îxtîlaf û genegeşîya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hat gotûbêjkirin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn derbarê civîna sêalî ya ku hat kirin de destnîşan kir, di vî warî de gelek pêşveçûn çêbûn, lê hinek mesele hene ku hêj nehatine çareserkirin.(ÎLKHA)