Di navbera Rûsya û Ukraynayê de teqasa êsîran
Hat ragihandin di çarçoveya teqasa êsîran a di navbera Rûsya û Ukraynayê de 106 leşkerên Ukraynayî hatin berdan.
Serokê Ofîsa Serokatîya Dewletê ya Ukraynayê Andrîy Yermak derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Yermak di daxuyanîya xwe de destnîşan kir di çarçoveya teqasa êsîran a di navbera Rûsya û Ukraynayê de 106 leşkerên Ukraynayî hatin berdan. Yermak di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir exlebeyê leşkerên hatin berdan winda dihatin hesibandin.(ÎLKHA)