• DOLAR 32.99
  • EURO 35.367
  • ALTIN 2455.967
  • ...
Parlementerên HUDA PARê li Entab û Malatyayê çûn serdana erdhejzedeyan û derd û kulên wan guhdar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehzade Demîrê Parlementerê HUDA PARê li Entabê çû serdana erdhejzedeyan û derd û kulên wan guhdar kir. Di dema ziyaretê de Demîr destnîşan kir, ew ê her tim xwedîtî li erdhejzedeyan bikin heta ku problemên wan bi dawî bibin û ew ê ti car nehêlin ti kes ji ber deng dane Koma Tifaqê li erdhejzedeyan heqaretan bikin. Demîr dûre wiha got: “Ev tiştên ku di rojên dawî de pêk tên em xemgîn kirin.  Li dijî wê zihniyeta ku heqaretan li erdhejzedeyan kirin bertekeke tund heye.”

Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruq Dînç jî li Malatyayê çû serdana erdhejzedeyan. Dînçê ku erdhejzedeyan ziyaret kir derd û kulên wan guhdar kir û got: “Me li navenda Malatyayê derd û kulên welatîyên xwe yên ku ji erdhejê zirar dîtine guhdar kir û pirs hal û wextê wan kir. Niha pêdivî welatîyan bi lez li malan heye. Em ê hewl bidin da ku ev avahî berî kêlîkê bên xelaskirin û welatîyên me di wan de bên bicîkirin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir