• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Cemaata Îxwanul Muslîmûn ji ber serkeftina ku hat bidestxistin çû serdana HUDA PARê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARa ku di hilbijartinên Serokomartîyê de destek da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbol, Entab, Mêrsîn û Êlihê ji lîsteyên AK Partîyê têket hilbijartinan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Farûq Dînçê Endamê Lijneya Giştî li Mêrsînê, Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê li Entabê û Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.

Mîthat Haddad ji lîderên Hareketa Birayên Misliman û heyeta pêre pêkve Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ziyaret kir.

Haddad û heyeta pêre ji ber şandina meclîsê ya 4 parlementeran kêfxweşîyên xwe anîn zimên û daxwaz kirin ku ew di kar û barên xwe de serkeftî bin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir