• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
HUDA PAR bernameya xwe ya partîyê bi rêya kargoyê ji Kiliçdaroglu re şand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve ji Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê ku ji wan kesên ji ser bernameya HUDA PARê êrîşî HUDA PARê dikin re pêşîvantîyê dike re  bi rêya PTT Kargo bernameya HUDA PARê wek xelat hat şandin.

Ji ber van propagandayên reş û genî yên ku di serî de ji teref Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ve tên kirin  Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr digel heyeta bi xwe re ji Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re bi rêya PTT Kargo bernameya HUDA PARê  û forma serlêdanê ya dersa exlaq û siyasî û dersa Tirkî ya bêheq wek xelat şand.

Îmîr piştî ku bernameya HUDA PARê  û forma serlêdanê ya dersa exlaq û siyasî û dersa Tirkî ya bêheq wek xelat şand daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir “ Em dibînin ku Birêz Kiliçdaroglu di warê famkirina tiştê ku dixwîne de zehmetîyê dikşîne. Ji ber vê yekê em em vê zarfê jêre dişînin û her wisa me jêre bernameya HUDA PARê  û forma serlêdanê ya dersa exlaq û siyasî û dersa Tirkî ya bêheq wek xelat şand. Lewra em dibînin ku ew di warê famkirina tiştên ku dixwîne de pir zehmetîyê dikşîne. Ji ber vê yekê em wî tebrîk dikin; lewra ew bû xwedî maf ku wek kursîyerekî beşdarî kursên me  bibe.  Bila ew piştî 28ê Gûlanê vê forma ku me jêre şandiye dagire. Me di formê de sewîyeya wî jî nivîsandiye û emê wî bigrin wê kursa li gor sewîyeya wî.  Lê em jê rica dikin, bila ku ew were kursê bila dersên xwe baş bixebite.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir