• DOLAR 34.116
  • EURO 38.232
  • ALTIN 2916.409
  • ...
SON DAKİKA
Partîya Bîna û Pêşveçûnê ya Misirê ji bo HUDA PARê peyama tebrîkê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARa ku di hilbijartinên Serokomartîyê de destek da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbol, Entab, Mêrsîn û Êlihê ji lîsteyên AK Partîyê têket hilbijartinan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Farûq Dînçê Endamê Lijneya Giştî li Mêrsînê, Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê li Entabê û Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.

Serokên Partîya Bîna û Pêşveçûnê ya ku li Misirê kar û barên xwe birêve dibe ji bo HUDA PARa ku 4 namzedên xwe wek parlementer şand Meclîsê peyama tebrîkê weşand.

Di peyama ku hat weşandin de wisa hat gotin

“Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Birêz Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û birayên îdarevan! Selam, rehm û bereketa Xwedê li ser we be. Em ji dil û can we tebrîk dikin û wê zafera ku hûn wek parçeyeke muhîm a Tifaqa Cumhûr bi dest xistiye pîroz dikin.  Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin  ku ev yek bibe wesîleya xêr û bereketan û dîsa ji Rebbê xwe hêvî û daxwaz dikin ku we di îstîqameta menfeat û maslahatên mezin ên Tirkîyeyê de bi ser bixe.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir