Erdogan: Em ê wan xuşk û birayên xwe yên erdhejzede bêxwedî nehêlin
Serokomar Recep Tayîp Erdogan derheqê tiştên ku piştî hilbijartinan ji teref CHPyîyan ve bi serê erdhejzedeyan hat anîn de daxuyanîyek belav kir.
Erdogan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Bila ti kes meraq neke. Li dijî vê navenda neqencî û pîsîtîyê bila welatîyên me bêhêvî nebin. Em ê wan xuşk û birayên xwe yên erdhejzede bêxwedî nehêlin û her tim li ba wan bin.”(ÎLKHA)