Li Yemenê ji ber lehîyê 31 kes canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin ji ber barana zêde ya ku li Yemenê barîya lehî rabû.
![Li Yemenê ji ber lehîyê 31 kes canê xwe ji dest dan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/AHW2UtqL-wTWo4n7lJrGmk1i_As=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/20/li-yemene-ji-ber-lehiye-31-kes-cane-xwe-ji-dest-dan-0514daf4.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên mehelî hatine wergirtin û li gorî daxuyanîya ku ji teref Rêxistina Xurek û Çandînyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatin belavkirin di encama lehîyên ku li Yemenê rabûn de 31 kes canê xwe ji dest dan, 3 kes winda bûn û 37 kes jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin ji bo kesên winda bên dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)