Serokomar Erdogan: Di encama xebatên me de Peymana Korîdora Zad 2 mehên din hat dirêjkirin
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan derheqê hewldanên dirêjkirina peymana korîdora zad de daxuyanîyek belav kir.
Erdogan di daxuyanîya xwe de destnîşan kir "Bi hewldanên welatê me, bi piştgiriya dostên me yên Rûs û bi tevkariya dostên me yên Ukraynayî qerar hat dayîn ku Peymana Korîdora Zad a Behra Reş 2 mehên din bê dirêjkirin." (ÎLKHA)