• DOLAR 34.195
  • EURO 38.235
  • ALTIN 2920.714
  • ...
Parlementer Ramanli: Êlih bi qedr û qiymet e, em ê lê xwedî derkevin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanli di axavtina xwe de destnîşan kir “Me îro dîrok nivîsand. Em ê tesîra vê rojê bi salan bibînin û bidin nîşandan. Îro ti kesî winda nekir, em tev bi ser ketin. Dixwaze bila HUDA PARî û AK Partîyî be dixwaze bila ji wan partîyên din be em tev bi ser ketin.”

“Ew ê wekîlên Êlihê lê xwedî derkevin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ew  di pêvajoya hilbijartinê de çi soz dabe dê yek bi yek bi cî bîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê telefona min vekirîbe, ew ê her kes karibe xwe bighîne min. Ew ê derîyê mala min ji her kesî re vekirî be.Îxtîyaca Êlihê bi wekîlan heye. Hemd ji Xwedê re em ê ji vê îxtîyacê re bibin bersiv. Em ê wan tiştên ku heta îro nehatine kirin bikin û tiştên lazim ji bo Êlihê bikin. Em ê hizûra xwe zêde bikin û aştîya xwe bidomînin. Êdî ew ê ti kes nikaribe pêşîya Êlihê bigire.”

“Êlih bi qedr û qiymet e, em ê lê xwedî derkevin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Em ê qedr û qiymeta ku Êlih heq dike bidinê. Em ê bi ziman û bawerîya xwe li bajara xwe xwedî derkevin bi izna Xwedê. Di hilbijartinan  de dîsa Birêz Erdogan cardin wek Serokomar bihilbijêrin. Çima? Lewra em dostê dostên xwe ne. Lewra em destekê didin wan kesên ku ji me re xizmetê dikin. Em ti carî destekê nadin wan kesên ku xwe li ser serê me tiştekî dihesibînin û ji me re dijmintîyê dikin. 14 rojên me hene. Em ê di van 14 rojan de ji 40 rojan zêdetir bixebitin û Birêz Serokomar cardin bihilbijêrin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir