Şehzade Demîrê Parlementerê Entabê: HUDA PAR ew ê ji bo tesîskirina biratî, yekîtî û digelhevîyê bixebite
Şehzade Demîrê Parlementerê Heyama 28emîn ê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê piştî encamên ne fermî yên hilbijartinan daxuyanîyek da.
Xelqê eleyeke zêde nîşanî ji hilbijartina Şehzade Demîr re nîşan da û berê xwe da avahîya Serokatîya Bajêr ê Entabê. Parlementer Demîr li avahîya partî ji xelqê re xîtab kir û ji kesên ku hatine re teşekkur kir.
Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, HUDA PAR ew ê li Meclîsê bibe dengê heq û heqîqetê û dûre wiha got: “ Em ê destekê bidin temamê kar û xebatên ku li menfeata xelqê be.Her çi li dijî menfeata gel be em ê bibin dijberê wê. HUDA PAR ew ê her tim dîsa bibêje edalet. Ez hêvî dikim encamên hilbijartinê bibe wesîleya xêran. Ew ê HUDA PAR di navenda siyaseta Tirkîyeyê de gelek tiştan biguherîne. Em ê di gera duyemîn de jî dîsa destekê bibin Serokomar Erdogan.”(ÎLKHA)