4 namzedên HUDA PARê jî bûn parlementer
Hat ragihandin 4 namzedên HUDA PARê yên ku ji lîsteyên AK Partîyê têketin hilbijartin wek parlementer hatin hilbijartin.
HUDA PARa ku di hilbijartinên Serokomartîyê de destek da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbol, Entab, Mêrsîn û Êlihê ji lîsteyên AK Partîyê têket hilbijartinan.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê, Farûq Dînçê Endamê Lijneya Giştî li Mêrsînê, Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê li Entabê û Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê jî li Êlihê wek parlementer hatin hilbijartin.(ÎLKHA)