Dînçê Namzedê Parlementerîyê yê Mêrsînê dengê xwe da
Faruq Dînçê HUDA PARî yê ku li Mêrsînê ji lîsteya AK Partîyê bû namzedê parlementerîyê çû li ser sindoqan û dengê xwe da.
Dînç li Mêrsînê li Mekteba Navîn a Îmam Xatîb a Mehmet Dagli dengê xwe da û piştî dengdayînê daxuyanîyek da.
Dînç di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, hilbijartin heta niha di nav aramî û aştîyê derbas bûye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Rebbê min, berîya her tiştî vê hilbijartinê bike wesîleya xêr û bereketê. Me wezîfeya xwe ya welatîbûnê bi cî anî û dengê xwe da. Me li çend taxan serdana mekteban kir. Hemd ji Xwedê re problemek tune ye.”(ÎLKHA)