Ramanliyê Namzedê Parlementerîyê yê HUDA PARê li mekteba ku jê mezûn bûbû dengê xwe da
Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê yê ku ji lîsteyên AK Partîyê di rêze duyemîn de li Êlihê bû namzedê parlementerîyê digel malbata xwe çû li ser sindoqan.
Ramanli dengê xwe li mekteba Lîseya Anadolu yê Êlihê ku ew jê mezûn bûye da.
Ramanli piştî dayîna dengê xwe daxuyanîyek da û got: “ Em bi malbatî hatin li ser sindoqan û me dengê xwe da. Ez hêvî dikim encamên hilbijartinêê ji bo memlketê me bibe wesîleya xêran.”(ÎLKHA)