Serokê Giştî yê HUDA PARê dengê xwe da û got: Xweda diayên mezlûman qebûl bike û firsetê nede zaliman
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Stenbolê çû li ser sindoqan û dengê xwe da.
![Serokê Giştî yê HUDA PARê dengê xwe da û got: Xweda diayên mezlûman qebûl bike û firsetê nede zaliman](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Iqnkb04urpQ2SSa4Kp_kLUf2Vfg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/19/seroke-gisti-ye-huda-pare-denge-xwe-da-u-got-xweda-diayen-mezluman-qebul-bike-u-firsete-nede-zaliman-1ea4b155.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Yapicioglu dengê xwe li Başakşehîra Stenbolê li Mekteba Navîn a Şêx Şamîl Îmamxatîb dengê xwe da û li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, em hêvî dikin ev hilbijartin bê qeza û bê bela bi encam bibe û wiha got: “Me li Başakşehîra Stenbolê li Mekteba Navîn a Şêx Şamîl Îmamxatîb dengê xwe da. Ev hilbijartin di rêya serxwebûna kamil de bi wesîleya xêr û bereketê. Li cihê ku lê sindoq hatibûn dayîn rêzên dûvdirêj hebûn. Eleqeyeke zêde ji hilbijartinan re tê nîşandan. Hemd ji Xwedê re bajêr aram e. Xweda diayên mezlûman qebûl bike û firsetê nede zaliman. ”(ÎLKHA)