Wezîr Soylu: 601 hezar wezîfedarên me yên ewlehîyê li ser wezîfeya xwe ne
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyeyê piştî ku çû li ser sindoqê û dengê xwe da daxuyanî da endamên çapemenîyê.
![Wezîr Soylu: 601 hezar wezîfedarên me yên ewlehîyê li ser wezîfeya xwe ne](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/_3856uR4mJEXAHb_X9iRYxGtXAA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/19/wezir-soylu-601-hezar-wezifedaren-me-yen-ewlehiye-li-ser-wezifeya-xwe-ne-d728d230.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Wezîr Soylu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir 601 hezar wezîfedarên wan ên ewlehîyê li ser wezîfeya xwe ne û dûre wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew ê hêzên me yên ewlehîyê heta dawîya hilbijartinê ji bo ewlehîya hilbijartinê bixebitin. Ji bilî vê yekê 79 helîkopter û 8 balafir jî ji bo bûyeran amade ne.”(ÎLKHA)