• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Tûnisê 107 koçber hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

107 koçberên neqanûnî yên ku dixwestin bi botan derbasî Ewropayê bibin li nêzî Tûnisê hatin binçavkirin.

Berdevkê Hêzên Parastina Neteweyî yê Tûnisê Husameddîn el Cebablî diyar kir ku her ku hewa germ dibe, hewlên koçberiyê zêde dibin.

Cebablî da zanîn ku di encama operasyonên hêzên ewlehiyê yên li bajarên Sfaks û Monastirê yên li başûrê rojhilatê welêt di 48 saetên dawîn da 4 hewildanên koça neqanûnî hatin astengkirin û wiha got: "16 ji wan welatiyên Tûnisî û yên din ên ji welatên Afrîkaya bi tevahî 107 koçber hatin binçavkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir