Wezîrên Îran û Siûdî li Cîddeyê hatin ba hev
Hat ragihandin Wezîrê Malîye û Îqtîsadê yê Îranê Îhsan Xanduzî û Wezîrê Malîyê yê Erebistana Siûd Muhammed el-Cedan li Cîddeyê hevdîtin kirin.
Di hevdîtina ku piştî 7 salan cara ewil di navbera Îran û Siûdî tê kirin de pêwendîyên dualî hatin nirxandin û her du alî jî ji ber asayîbûna pêwendîyan memnûnîyetên xwe anîn zimên.(ÎLKHA)