Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 16 mirî
Di encama êrîşa çekdarî ya ku li parêzgeha Bornoyê hat lidarxistin de 16 sîwîl canê xwe ji dest dan.
Êrîş li herêma Abadama girêdayê parêzgeha Bornoyê pêk hat. Di êrîşê de 16 sîwîl canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat îddîakirin êrîş ji teref ISWAPa girêdayê DAIŞê ve hatiye lidarxistin.(ÎLKHA)