Qanala Zarokan a TRT Diyanet dest bi weşanê kir
Qanala Zarokan a TRT Diyanet a ku qanala ewil xêzefîlmên Îslamî ye doh bi merasîma ku hat tertîpkirin dest bi weşanê kir.
Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş jî beşdarî merasîma vekirina qanala zarokan a Diyanetê bû û di merasîmê de axavtinek kir.
Erbaş di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser zarokên ku îstîqbalên me ne û derbarê mijarê de wiha got: “ Zarok ji bo çand, nirx, exlaq û bawerîyê mîrasvanên civakê ne.Pêxemberê me Hz. Muhammed qedr û qiymeteke taybet û mezin dida zarokan û bi hezkirin, şefqat û merhametê bi wan re muamele dikir. Ez ji Rebbûl alemîn daxwaz û hêvî dikim ev qanal bi wesîleya xizmeteke bi qedr û qiymet.”(ÎLKHA)