HAMAS: Îşxalker ew ê bedela wan êrîşan û sûcên ku kiriye bide
Piştî êrîşa ku doh êvarî ji teref siyonistên îşxalker ve li Xazzeyê hat kirin û têde 12 kes şehîd bûn ji teref HAMASê peyama tolhildanê hat belavkirin.
Doh êvarî siyonistên îşxalker bi balafirên şer êrîş birin li ser Xazzeyê. Di encama êrîşê de 12 kes şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.
Derbarê vê êrîşa hovane ya ku hat kirin de ji teref HAMASê ve daxuyanîyek hat belavkirin. HAMAS di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê berxwedana xwe ya li dijî îşxalkeran bidomînin û ew ê heyfa şehîdan, êrîş û sûcên ku ji teref îşxalkeran ve tên kirin dê bê standin.(ÎLKHA)