Mînîbûsa rêwîyan qeza kir: 2 mirî 13 birîndar
Hat ragihandin li navçeya Pasûra Diyarbekirê mînîbûseke ku rêwî têde bûn qeza kir.
![Mînîbûsa rêwîyan qeza kir: 2 mirî 13 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/DpgO0RmuH-INY_T4_JxQeMwo08c=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/19/minibusa-rewiyan-qeza-kir-2-miri-13-birindar-3d8cb663.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza li nêzî gundê Elmaliya girêdayê Pasûrê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûseke rêwîyan a ku ji Pasûrê diçû Diyarbekirê ji ber ku ji kontrolê derket qeza kir.
Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)