Welatîyên ku berî vê 29 salan ji naçarî ji gundên xwe derketin bi karê şitilfiroşîyê hewl didin debara xwe bikin.
Welatîyên Sêrtî yên bi navê Mihemed Demîrel û Xeyreddîn Ekîncî yên ku karê şitilfiroşîyê dikin hewl didin li navendê şitilan bifiroşin û îdareya mala xwe bikin.
Mihemed Demîrê “ Em di sala 93yan de ji gundê xwe derketin û hatin Sêrtê. Em li vê derê ketin xanîyekê kirê û me dest bi vî karî kir. Em kar karekî zehmet e, herkes nikare bike. Di nav şitlên me de îsot, bacan, firingî, bîber û hwd. hene. Va bû 23-24 sal çêbû ku ez û zarokên xwe em vî karî dikin. Lawê min 25 salan mektebê xwend lê tayîna wî derneket û tê li vê derê dixebite. Gundîyên derdorê tên şitlên xwe ji me distînin. Em şitlên xwe bi halê qasê didin pêncîyî. Ji ber ku her tişt zêde bûye xelq a niha berê xwe daye çandinê. Xelq di nav bexçeyê xwe de dideynin.”
Xeyreddîn Ekîncîyê ku Botî ye û karê şitilfioşîyê dike derbarê mijarê de gazinan ji rayedaran kir û got “Em ji bêkarî vî karî dikin. Ez û ehlê xwe em hewl didin debara xwe bi vî karî bikin. Lê belê ne şaredarî û ne jî polês nahêlin em vî karî bikin. Ez li vê derê ji firingî, bîberan bigirin heta şitlê dormikan difiroşin. Em şitlên xwe bi halê qasê didin 50yî. Lê dîsa kes nastîne. Ji ber ku em di nav kar û barê ziblê de xelk carinan henekê xwe bi me dike, lêbelê ji naçarî em vî karî dikin. Berî ku em werin vê derê em li gund diman. Axa me tev di bin avê de ma û me heqê xwe jî nestand.” (ÎLKHA)