Li Amerîkayê êrîşa bi çek: 9 mirî û 7 birîndar
Di êrîşa çekdarî ya ku li Dallasa Teksasê pêk hat de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li bajarê Dallas ê eyaleta Teksasê ya Amerîkayê li navendeke bazirganiyê êrîşeke çekdarî pêk hat.
Di êrîşê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn ku rewşa 3 birîndaran giran e.
Polêsan agahî parve kir ku êrîşkarê ku hema ji berê ve gule li kesên li navendê barand, hat kuştin.
Sedema êrîşê û nasnameya êrîşkar hêj nehat eşkerekirin. (ÎLKHA)