Di qezaya ku li Hatayê pêk hat de 12 kes canê xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn
Hat ragihandin di encama qezaya ku li Hatayê pêk hat de 12 kes canê xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.
Qeza doh li mewqîya Topbogazliya Antakyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona ku bi li barkêşekê qelibî ji kontrolê derket û li 11 wesayîtan qelibî. Di qezayê de 12 kes canê xwe ji dest dan û 3 jê giran tevde 31 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)