• DOLAR 32.386
  • EURO 34.819
  • ALTIN 2400.538
  • ...
SON DAKİKA
Li Kamboçyayê di madena zêr de hilweşîn: 4 karker mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Enformasyonê yê Kamboçyayê, Khieu Kanharith, di daxuyaniyê de got ku li gundê Snong An ku li devera daristanî ya Kampong Thomê ye di kana zêr de ku bi qaçaxî dixebitî, hezaz pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hezima ku li kanê pêk hat de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Şêniyên gund ji ber ku derfetên wan ên aborî nînin, mecbûr dimînin ku li kanên bixebitin.

Hat ragihandin ku li Snong Anê ji sala 2012an vir ve kankerî tê kirin û heta niha qezayeke wiha mezin çênebûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir