Li Pakistanê barana zêde bû sedema çend qezayên ku tê de 14 kes mirin
Li Pakîstanê di qezayên ji ber barana zêde ya ku ji dawiya hefteyê ve bi bandor e 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin di qezayên ji ber barana ku 3 roj berê li deverên cuda yên Pakistanê dest pê kiribû de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Polîsan diyar kirin ku wesayîta ku 9 tûrîst tê de bûn li Geliyê Neelam a li herêma Keşmîra Azad a Pakîstanê ketiye çem. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên demdirêj de tûrîst nehatine.
Di bûyerên ji ber barana zêde de li eyaleta Belûcistan a li başûrê rojavayê welêt 4 kes, li Karaçiya navenda parêzgeha Sindê jî zarokek jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)