Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu standên partiyên siyasî ziyaret kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Arnavutkoya Stenbolê standên hilbijartinê yên partiyên siyasî ziyaret kir.
Yapiciogluyê ku standên hilbijartinê yên HUDA PAR, MHP, BBP û YPRê ziyaret kir bi Alîkarê Serokê Giştî Abdullah Aslan, Mahmut Şahîn û Serokê Bajara Stenbolê Îsa Guvendîk re hat cem hev.
Di serdanên standê de ji Yapicioglu re eleqeyek mezin hat nîşandan û wêneyên bîranînê hatin girtin. Yapicioglû bi bîr xist ku di serdanên standê de ji hilbijartinê re çend roj man û peyam da ku divê xebat bênavber bidomin. (ÎLKHA)