TPAO dê li 15 qadan li neftê bigere
Ji Saziya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) re rûxsat hat dayîn da ku karibe li parêzgehên curbecur li 15 qadan neftê bigere lîsansa lêgerîna petrolê hat dayîn.
Destûra lêgerîna petrolê ji TPAO re hat dayîn ku di 15 qadan de bixebite.
Qerara Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê yên derbarê mafên petrolê de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Li gor vê qerarê ji TPAOyê re îcazeta lêgerîna neftê hat dayîn ku li Rihayê li 8 qadan, li Riha-Mêrdînê li 2 qadan, li Erziromê li 2 qadan, li Şirnexê li 2 qadan û li Mêrdînê jî li qadekî lîsansa lêgerîna neftê hat dayîn.
Ev destûr dê 5 salan derbasdar bin. (ÎLKHA)