Li Rihayê erdên çandî di bin teyrokê de man
Li navçeya Hîlwana Rihayê ji ber teyroka ku barîya erdên çandî zirar dîtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh li gundên Kepîrhîsar û Xanmagaraya Hîlwanê teyrok tesîrdar bû. Hikmet Îparê Serokê Odeya Ziraetê yê Hîlwanê derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber barîna teyrokê li gundên navçê erdên çandî zirar dîtin.(ÎLKHA)