Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglû: Kes ji me re qedexeya axavtinê ne anîye; em tiştê ku rast dizanin tînin ziman
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû, derheqê îddîayên ku ji alîyê muxalefet û medyaya ve tên gotin re bertek nîşan da û got “Kes ji me re qedexeya axavtinê neanîye. Tiştên ku em rast dizanin em tînin ziman.“
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser îdiayên ku “Di tifaqa Cumhur de nelihevkirin heye û ji HUDA PARê re qedexeya axaftinê hatiye anîn" ya ku ji teref muxalif û medyaya wan ve hatîye kirin bertek nişan da û wiha got: "HUDA PAR diaxive. Min doh li çar cihan axavtin kir. Ez îro li vir diaxivim. Ezê ji niha û pê ve jî biaxivim. Em ê hefteya pêş biçin bernameya televîzyonê, li wir em ê dîsa biaxivin, tiştê ku em dizanin rast e em dibêjin. Dema ku were pirsîn em bersiva pirsan didin. Li gorî hawirdora ku em tê de ne em xwe naguherînin. Dema ku ew nikaribin bigihêjin armanca xwe, çalakiyên xwe yên fitne û fesadiyê didomînin. Jixwe kesên ku di fikara wan de zihniyeta qedexekirinê heye, difikire ku her kes mîna wan e.(ÎLKHA)