Amed ji Mewlid-a Nebî re amade ye
Amadekarîyên ji bo bernameya ku ewê îro li Amedê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember bê sazkirin bi dawî bûn.
Evîndarên Pêxember bernameyên Mewlida Nebî ên ku ji ber Kovîd-19ê navber dabû dîsa ji cîhê mayî berdewam dike.
Piştî 3 salan ewê îsal bi temaya “Mînaka Herî Xweşik Hz. Mûhemmed“ li Qada Parka Newrozê bernameya Mewlida Nebî tê lidarxistin.
Menaf Adiyaman Endamê lijneya Sazkirina Mewlida Nebî a Evîndarên Pêxember derheqê amadekarîyên bernameya ku ewê îro bê lidarxistin de axivî û wiha got “Nêzî meheke me dest bi amadekarîyên vê bernameyê kiribûn. Xemilandina Qada Parka Newrozê, avakirina Platformê, ji bo rehet kirina mêhvan û gellême me her tiştî amade kir. Hevalên me û dildarên me tev bi rih û can tevlî amadekarîyan bûn. Înşaallah em îro di saet 13.30an de li benda gellê Amedê ne.(ÎLKHA)