• DOLAR 32.86
  • EURO 35.143
  • ALTIN 2430.441
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Qendîl û Pensîlvanya piştgirî didin Kiliçdaroglu
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku ji bo hin pêwendiyan hat Êlihê li navçeya Beşîrê bi muxtarên navend û gundan re hat ba hev.

Yapicioglu di civîna ku Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Eyûb Yanaç, Serokê Parêzgehê Davut Şahîn, Berdevkê HUDA PARê û namzetê Wekîlê Êlihê yê AK Partiyê Serkan Ramanli, Serokê Navçeya Beşîrî ya HUDA PARê Mehmet Alî Şîmşek, Şaredarê Navçeya Beşîriyê Saît Karabulut amade bûn de axavtinek kir û bal kişand ser girîngiya hilbijartina ku dê di 14'ê Gulanê de bê kirin.

Yapicioglu, diyar kir ku hilbijartina pêşwext pir krîtîk e û dê mohra xwe li ser 100 salan bihêle û got, ji bo vê divê problemek derneyê.

Yapicioglu destnîşan kir ku mebesta wan ew e ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di tûra ewil da ji ya ku di hilbijartinên berê da sitandibû bi dengekî bilindtir cardin bibe Serokomar

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de wiha got “Berî vê 2-3 mehan bi taybetî zîhnîyeta CHPê hinek fikrên ku “gelo em dîsa dikarin bibin deshilatdar“  bi kar dianî û got: “Ji kesên ku piştgiriyê didin hikûmetê û piştgiriyê didin Serokomar, tehdîdên xwe îhmal nekiribûn. Ji alîkî ve behsa azadîyê û îthamkirina dîktatorîyê dikin lê belê ji alîkî ve jî hîn berîya bibin deshilatdar derdorê tehdîd dikin… hinekan bi girtinê hetta bi daliqandinê tehdîd dikin. Hineka bi tevî biryarên dawî yên der barê wan de hatine dayîn da ku di girtîgehê de bimînin jî ji bo ji hin kesên ku li Rojava ne çav bişkînin soza berdana wan… Ji alîkî ve behsa serbixwebûna darazê dikin ji alîkî ve jî xwe dixin dewsa darazê û dibên emê filan kesan berdin an emê bêvankesan têxin girtîgehan… A rast ev gotin tev fikrên wan derdixe holê. Ji alîkî ve dibêjin me xwe guhert lê belê ji alîkî ve jî bi van peyvên xwe,  xwe didin dest û dibêjin em neguherîne û em naguherin.“

"Hinek kes li ser navê Kurdan dibêjin ku divê em ji bona Kurdan deng bidin CHPya ku hebûna Kurdan înkar dike"

Yapicioglu bi bîr xist ku Serokomar Erdogan ji bo çareserkirina Meseleya Kurd gavên pir wêrek avêt û wiha got: "Çima ez vê dibêjim? Ji ber ku li welatê me, bi taybetî Serokomar wekî 'dij-kurd" tê binavkirin. Lê heke hûn pirsgirêkan yek bi yek bînin ziman, ger ji gelê me yê li vir dijîn pirs bikin, hûn gavên ku hatine avêtin bihesibînin ji bo xuşk û birayên me yên Kurd di dîroka komarê de ji sedî 99ê wan , ji aliyê serokkomar Erdogan ve hatiye avêtin di bingehê vê mijarê de polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hene, kes hebûna Kurdan înkar nake. Tu kes zimanê wan qedexe nake.Zihniyeta CHP ye ku wî zimanî qedexe dike û hebûna Kurdan înkar dike.Niha hinek kes radibin li ser navê Kurdan ji bo Kurd rehet bikin dibên dengê xwe bidin namzedê CHPê. Lê em jî dizanin ku hem piştgirîya Qendîl û hem jî ya Pensîlvanyayê bi Kiliçdaroglu re ye. Yanî hema bêje her roj daxuyanî tê dayin ku divê namzetê Serokomarîyê yê Tifaqa Milletê were piştgirî kirin."

"Bila tu kes bi pozên CHP'ê yên 'em xwe şêrîn nîşan bidin’ nexapin”

Yapicioglu destnîşan kir ku ew ê êvara 14ê Gulanê bibînin ku welat teslîmî zîhniyeta CHPê nayê kirin û milet teslîm nabe û wiha got: "Wê zihniyetê, li hemberî hin beşên milet polîtîkayên red, înkar û qetlîamê meşandin. Li Kurdan, li Elewiyan kirin, li beşên din kirin.Hin welatî hewl didan ku dînê xwe bijîn, rabûn zilmê li wan kirin. Ji ber vê yekê milet ew mehkûm kirin muxalefetê û ew xistine nav bendeya ji sedî 20-25an. Niha hesab dikin ka em dikarin ji nav bendeya ji sedî 20 ya ku ew tê de asê mane derbikevin. CHP xwedî îdeolojiyek e. Kadroya wê heye. Ew nasnameya sazîmanî destûrê nade guhertinê, nikare, ger bike, êdî CHP namîne. Bila kes vê yekê ji bîr neke. Ji ber vê yekê bila heta 14ê gulanê bi pozên wan ên şêrîn ti kes nexape. Paşê di 15'ê Gulanê de bila kes nebêjin poşman im me nizanibû ku dê bi vî rengî bibe.."

"Ger hûn welat teslîmî zîhniyeteke wiha bikin, hûn ê li çokên xwe bixin"

Yapicioglu bal kişand ser wê yekê ku di serdema ku zîhniyeta CHPê li welêt deshilatdar bû ciwanên ku nizanin li welêt çi diqewime jî hene û wiha got: "Belê, hûn jîyanek çêtir dixwazin, em qebûl dikin. Belê, li welêt pirsgirêkên me hene, em qebûl dikin. Belê, hûn di hin tiştan de rast dibêjin, em qebûl dikin. Em heman gazinan dikin, lê guhertina hikûmetê, bi taybetî zîhniyeta CHP'ê ku were ser desthilatdariyê, ji mijarên ku hûn gazinan dikin wê gavekî wêdetir neavêje. Bawer bikin, beravajî vê yekê hûn difikirin ku serdema niha pir xirab e ji ber ku hûn di wan deman de nejiyane, hûn wisa difikirin. 'Di warê aboriyê de gavên ku bên avêtin qey tunene? Hene. Gazindeyên me jî hene. Di warê perwerdehiyê de gav qey tunene ku bên avêtin? Hene. Lê ez dîsa dibêjim, ez bawer im ger zîhniyeta CHP'ê were em ê di mijarên ku hûn jê gazind dikin de ji xala ku em tê de ne, hîn bêtir paşde bikevin, çima, çimkî ne armancek, ne  gotineke çepgiran a di vî warî de heye, tenê gazinan dikin, tenê behsa tunebûnê dikin. Tenê wêrankirin, tenê pêşîlêgirtin. Ger hûn welat teslîmî zîhniyeteke wiha bikin, hûn ê li çokên xwe bixin. Û dibe ku zarokên we jî ji we hêrs bibin, ji ber ku şopên vê yekê dê piştî salan jî bi zor ji holê rabin."

"Ez vê garantî dikim"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Gava ku em gelek caran li kolanan digerin yek ji wan giliyên ku tê kirin ev e; wek mînak carinan mirov dibêjin beriya hilbijartinê xelk tên cem me, silavê didin me, ji me piştgiriyê dixwazin, em bixêrhatina wan dikin, em wan dişînin meclîsê, dişînin Enqereyê, piştî ku wan dişînin Enqereyê, paşê bersiva telefonên me nadin, venagerin welêt, pirsgirêkên me hene, ew guh nadin me. Ma ev hemû ye? Na, na. Ez tu carî li ser tiştekî mezin nakim. Lê hûn dizanin ku gelek siyasetmedar li ser vê meselê gilî dikin. Hûn bi xwe "Ez ne namzetê Batmanê me. Ez ji herêma 3yemîn a Stenbolê namzet im.' Wek hemşehrîyê wê yê Êlihî dema ku em nikaribin wek welatiyekî xwe bigihînin wan, bi min re têkilî daynin û giliyê wan ji min re bikin, ez hêvî dikim ku çi pêwîst pê hebe ez ê bikim."

"Bila deng neyê windakirin, em sindoqan biparêzin"

Yapicioglu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di hilbijartinên Serokomariyê de namzedê Tifaqa Cumhurê birêz Erdogan çiqas zêdetir dengan bidest bixe, muxalefet jî xwedî niyazek be, em ê ji bo ku em van coş û kelecanan di nav xwe de bihêlin, emê karekî baş bikin. Ji ber ku ji yekê zêdetir tişt hene Jixwe bingehê çêdikin, ger ferq hindik be, em bi hêvî ne, ku dê di tûra yekem de biqede, lê heke ferq hindik be, xwe amade bikin, ew ê bê guman hemû hîleyên ku ji destê wan tê, bikin, lê gava winda bikin ewê bibêjin hîle kirine. Bi taybetî jî ku ferq hindik be, ewê li fersendekê bigerin da ku fitne û fesadîyê derxînin. Divê ev derfet neyê dayîn. Lê wan xwe çavsorkî kirine, ji bo ku vê derfetê nedin wan, em dibêjin bi rêjeyeke herî bilind ya dengan bigihêjin vê yekê, em dibêjin kerem bikin, dengek yek deng e, di vê dengek jî heba nebe, em sindoqan biparêzin. Dengê ku diçe ser sindoqan îrade ya miletê me ye. Bila hay ji xwe hebin, bila ew jî wek wî ji sindoqan derkeve, hişyar bin."(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir