• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Diyarbekirê amadehîyên ji bo bernameya Mewlida Nebî  berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya Mewlida Nebî ya ku ji ber şewba Kovîd-19ê  3 salan nehat  tertîpkirin piştî navbera ku hatibû dayîn ew ê dîsa bê lidarxistin. Ji bo vê yekê  Weqfa Evîndarên Pêxember dest bi xebatan hatibûkirin. Di bergeha xebatan de  li seranserê bajêr afîşên daxuyaniyê daliqandin.

Weqfa Evîndarên Pêxember ew ê sibe li  qada parka Newrozê bi temaya "Mînaka Herî Xweşik Hz Muhammed" bernameya Mewlida Nebî li dar bixe.

Dildarên Weqfa Evîndarên Pêxember ên ku afîş û pankartên bernameya ku dê di 30ê Nîsanê roja Yekşemê de li qada Parka Nevruz a navçeya Bağlar a Amedê bê lidarxistin; li çarrê û  bihorkên jorîn daliqandin û Amedê bi muhebbeta Muhemmedî xemilandin.

Bi afîşên ku bi zimanên Tirkî û Kurdî(Kurmancî-Zazakî) hatibû amadekirin temamê gelê hat vexwandin  bo çalakiya ku wê roja Yekşemê saet di 13.30î de bê tertîpkirin.

Menaf Adiyamanê Endamê Tertîpkirina Bernameya Mewlida Nebî ya Weqfa Evîndarên Pêxember derbarê mijarê de destnîşan kir, ew xebatên xwe ji bo bernameya sibe didomînin û xebatên wan li ber xelasbûnê ne û ew temamê gelê Amedê dawetî bernameya sibe dikin.(ÎLKHA)

 

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir