Rejîma îşxalker Filistînîyekî din jî şehîd kir
Zilm û zordarîya rejîma îşxalker a li ser axên îşxalkirî bênavber berdewam dike.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin îşxalker li Şerîaya Rojava Filistînîyekî bo zorê ji wesayîta wî peya kirin û dûre ew şehîd kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve hat ragihandin Filistînîyê ku hatiye şehîdkirin 39 salî ye û navê wî Ehmed Yaqûb Taha ye.(ÎLKHA)