Îranê dest danî li ser tankêra neftê
Hat ragihandin Îranê dest danî li ser tankêra neftê ya bi alaya Giravên Marshall.
Derbarê mijarê de ji teref Komkeştîya Îranê ve hat ragihandin keştîya ku dest hatiye dayîn li serê doh êvarî li Kendeva Basrayê bi tekneyeke Îranê re li hev qelibîye û di encama bûyerê de 2 Îranî winda bûne.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin keştî ji ber ku qaîdeyên behrvanîyê ya navneteweyî îhlal kiriye dest hatiye danîn li serê.(ÎLKHA)