• DOLAR 32.565
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2434.321
  • ...
Li Nîjeryayê 29 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, çekdarên ku hatin gundê Yewutî yê herêma Kwaliyê derdora saetên sibê gund gulebaran kirin.

Di êrîşê de zarok jî di nav de 29 kes hatin revandin.

Cîgirê Serokê berê yê Navçeya Kwali Alhaji Zubairu Jibrin êrîş piştrast kir û diyar kir ku birayê wî û malbata birayê wî di nav kesên hatine revandin de hene. Jibrîn ji bo azadkirina kesên revandî daxwaza alîkariya lezgîn ji hikûmetê kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir