Li nêzî Endonezyayê di mezinahiya 7,3yan de erdhejek pêk hat
Li rojavayê Girava Sumatraya Endonezyayê di mezinahîya 7,3yan de erdhejek pêk hat. Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Ajansa Meteorolojî, Avhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) ragihand ku li rojavayê Girava Sumatrayê di mezinahiya 7,3yan erdhejek pêk hat.
BMKG piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê da.
Heta niha nayê zanîn ku di erdhejê de kuştî û birîndar hene yan na. (ÎLKHA)