• DOLAR 32.682
  • EURO 35.453
  • ALTIN 2500.223
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu derheqê CHPê de got: "Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku di bernameyê de axivî  bal kişand ser hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin û piştgirî xwest. Yapicioglu destnîşan kir ku armanc û mebesta wan ew e ku hilbijartina Serokomariyê di tûra ewil da biqedînin û destnîşan kir ku ji bilî Recep Tayyîp Erdogan şansê tu namzedan tune ye ku di tûra ewil da bi ser bikeve.

“Ji bîr nekin serokê CHPê diguhere, lê ew naguhere.  Ew ê ti car tebîeta CHPê neguhere”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand li ser wê yekê ku tebîʿeta CHPê ti car naguhere û got, "Hin partî hene ku partiya serokan in. Dema ku ew serok ji partiyê derkeve yan jî bimire, partî dihele yan jî hêza wê pir cidî kêm dibe. Lê belê hinek partî hene. Ger partiyên serokê wan bê guhertin jî, ew partî naguher. Lewra ew tevgereke fikrî ye, xwedî îdeolojî ye, kadroyeke wê heye, bingehek wê heye û berdewam dike. CHP yek ji wan e, di CHPê de serok diguherin, lê CHP CHP ye, qet nabe vê ferqê ji bîr bike.Heger Kemal Beg hatibe guhertin jî ez qet bawer nakim CHP bê guhartin. Ez  tewsîye nakim ku hûn jî bawer bikin. Ji bîr nekin serokê CHPê diguhere, lê ew naguhere.  Ew ê ti car tebîeta CHPê neguhere.”

"Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan"

Yapıcıoğlu bi gotineke pêşîyan a Kurdî qesda CHPê kir û got, "Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan. Kurd xwedî li muqeddesat, malbat û namûsa xwe derdikevin.  A niha li alîyekî namzedek heye ku ti problema wî muqeddesatan re tune ye,dixwaze saziya malbatê biparêze, kêm be û têr neke jî li ser manewîyatê û perwerdehiya manewî disekine, îrade nîşan dide ku pêşîya li her cure nebaşî û jirêderketîyan bigire.Lê belê li aliyê din namzedekî din heye. Ew qetlîamker e, bi baweriya miletê xwe re ne li hev e, ger fersendê bibîne ew ê dîsa dijmintîyê bike û ji namûsê re dibêje ʿnamûsa qaşoʿ û xerakirina sazîya malbatê ji xwe re kiriye  hedef û vê yekê eşkere dibêje.  Ew beyfendî niha rabûye û dibêje ʿKurd destekê didin min. Erdogan ji ber vê yekê ji temamê Kurdan re dibêje terorîst.ʾ Bi rastî jî wisa ye gelo?  Ez hêvî dikim xuşk û birayên min ên Kurd ên ku xwedî li namûsa xwe, dînê xwe, malbata xwe derdikevin û xwedî şeref in ji vî kesî re nebin destek.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, li Tirkiyeyê çend  pirsgirêkên mezin hene ku yek ji wan jî meseleya Kurd de ku divê bê çareserkirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir